DYE'yê ji Sûdanî xwest: Bila Heşdî Şabî bê bêçekirin

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio ji Serokwezîrê Iraqê xwest, ku Heşdî Şabî bê bêçekirin.

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku wezîr Marco Rubio bi rêya telefonê bi Serokwezîr Mûhammed Şiya Sûdanî re axivî.

Li gorî daxuyaniyê, Rubio û Sûdanî li ser mijarên peymanên bazirganiyê yên bi Iraqê re hatine kirin û firotina petrola ji Herêma Kurdistanê axivî ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku yek ji rojeva sereke ya gotubêja di navbera Sudanî û Rubio de hebûna çekdarên Heşdî Şabî bû.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Rubio ji Sudanî xwestiye demek ji ya din zûtir, Heşdî Şabî were bêçek kirin. Li gorî Rubio Heşdî Şabî serweriya Iraqê lewaz dike, li ser jiyan û karên Amerîkiyan jî gef e.